Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergên Bajar li banê çalakî lidar xistin

18:31 - 20 Gulan 2021

Di çend rojên derbas bûyî de, Pêşmergên Bajar ên hêza Pêşmergên Kurdistanê li çalakiyeke siyasî-rêkxistinî de, li Kurdistanê digel xelkê de civiyane.

Li berdewamiya kar û çalakiyên hêza Pêşmergên Kurdistanê de, desteyek ji pêşmergên fîdakar ên niştiman, li devera Banê de li çendîn gundên wî bajarê de seredana xelkê kirin ku ev yêke bûye cihê dilxweşiya xelkê.

Di wê çalakiyê de, tevî belavkirina dubare ya peyama Rasanê, hêza pêşmerge carekî dinê xelkê Kurdistanê alxayîn kirine ku heta dawiyê dê emegdarê rê û rêbaza xwe bimînin û digel daxwaz û hêviyên xelkê de ne.

Li wê çalakiyê de pêşmergên bajar selimandine ku ji nav dilê xelkê ve serî hildidin û singê niştiman bona himbêzkirina wan vekiriye, di hember de jî xelkê Kurdistanê keyfxweşiya xwe li derheq wê çalakiyê dane xuya û dilgerimbûna xwe li hebûna pêşmerge û wan hêma û sîmbolên ku wan hilgirtine û Ala xebatê bilind hildane.