Piştî êrîşa terorîstên rejîmê bo ser binke û bargehên hêza “Pêşmergên Kurdistan”ê di deverên çiyayî yên Kurdistanê de, “Pêşmergên bajar” li “Dize”a “Mirgewer”, peyamek belavkirin.
Deqa peyamê wihaye:
Silav bo îradeya poladîn a pêşmerge
Rejîma sêdarê wa dizane ku bi kiryarên nemirovane dikare îradeya pêşmerge lawaz bike, lê nizane ku pêşmerge di hundirê xwede, bi çi qasekî bi hêze, nizane ku pêşmerge, bê beranber bo welatê xwe çek hilaniye.
Rejîma îdam û sêdarê wa dizane ku pêşmerge bi tenê ew kesin ku di çiyayên Kurdistanê de dest bi çekin, nizane ku xelkê Kurdistanê hemû pêşmergene, bi tinê benda fermanê ne.
Em endamên PDKÎ li bajêrokê “Dize” a “Mirgewer”, wê êrîşa nemirovane ya rejîmê şermezar dikin û “Pêşmergên Çiya” xatircem dikin ku em “Pêşmergên Bajar” heya dawî dema jiyana xwe, pîştewanê wene û heya gihîştin bi armancên xwe yên mezin ku azadiya Kurdisrtan ê ye, dest ji têkoşanê bernadin.
Endamên PDKÎ li “Dize” a “Mirgewer”
Bijî pêşmerge
Bijî PDKÎ
Sekeve Rasan
4ê tebaxa 2020 an