
Di 13ê Xakelêweyê û bi hilkefta roja Sêzdekê û derkevtina xelkê bo derve, Pêşmergên Bajar li Mihabad, Serdeşt û Nexede”yê çalakiyên berfireh lidar xistin.
Pêşmergên Bajar li Mihabadê bi bilindkirina alaya Kurdistanê li ser çiyayê “Xire Şikevt”ê û kêşana wêneya Alaya Kurdistanê li ser wî çiyayî bûne sedema şayî, dilxweşî û dilgerimya xelkê û herwisa pêşmergên Bajar di navbera gundên “Uzinderê û Girde Berdan”ê de li nav xelkê ku bi hilkefta roja Sêzdekê hatibûne wî cihî, trakt û alaya Kurdistanê belav kirin.
Herwisa Pêşmergên Bajar li Mihabadê bi danîna camane û alaya Kurdistanê li ser tirba şehîdan li goristana “Befrewan”, goristana “Lec”ê li devera Şarwêranê, goristana “Şehîdan” li “Seholan” a Mihabad”ê rêz ji yad û xebata şehîdên Kurdistanê girtin.
Herwisa Pêşmergên Bajar li bajarê Serdeştê bi belavkirin trakt û alaya Kurdistanê çalakiya banghêjiyê lidar xistine û soza xwe digel rêbaza şehîdan nû kirin.
Pêşmergên Bajar li Bajarê Nexedê li “Gergûla Serê” û “Gergûla Xwarê” bi belavkirina trakt û alaya Kurdistanê çalakiyek berfireh lidarxistin.
Pêşmergên Bajar li bajarên “Mihabad, Serdeşt û Nexede”yê tevî encamdana wan çalakiyan amadebûna xwe bo her erkek Hizbî dane xuya û soza xwe digel rêbaza şehîdanm nû kirin ku heta bi gihîştin bi armancên wan şehîdan, xebat û çalakiyên xwe bidomînin.