Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergên Bajar li Rewanserê, amadeyê biryarên Hizba Demokrat in

18:04 - 23 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Pêşmergên Bajar di bajarê Rewanserê de, di Peyamekê de, amadebûna xwe bo encamdana her core biryarekê ku, ji aliyê Hizba Demokrat ve bi wan bê sipartin nîşandan.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, Pêşmergên Bajar li bajarê Rewanserê, peyamek bo PDKÎ şandin û di vê peyamê de tekezkirine ku xwe bo her core guherînkariyek û her peyamek ku ji aliyê PDKÎ ve, bi wan bê sipartin amade kirine da ku cîbicî bikin.

Qehremanên Demokrat, hêz û baweriya polayina xwe bo piştevanîkirin li Pêşmergên Kurdistanê û xebata rizgarîxwazî û parastina serweriyên gelê Kurd nîşan didin ku hemû demekê ew wekî Girkanekê dilê dagîrkeran pê dilerizînin.

Çalakiyên berfireh yên Pêşmergên Bajar û endamên PDKÎ, li bajarên Kurdistanê berdewamin û cehda wan, tirsên mezin xistine nava dilê dagîrkerên Kurdistanê de.