Pêşmergên Bajra di bajarê Meihabadê de bi hilkefta 10`ê Xakelêwe, roija Şehîdên Kurdistanê, serdana tirbên şehîdan kirin û digel rêbaza tijî ji serbilindî a şehîdan peyman nû kirin.
Pêşmergên Bajra li ser tirbên şehîdên rêya rizgariya Kurdisrtanê, tevî şandina rêz û silav bo “Pêşewa Qazî Mihemd”, 10`ê Xakelêwe, roja Şehîdên Kurdistanê û şehîdên netewî û Demokratîkî Kurdistan, soz dan ku heya dawiya jiyana xwe domker û dirêjederê doza şehîdan bin.
Tekoşer, endam û alîgirên PDKÎ, bi hilkefta 10`ê Xakelêwe, roja Şehîdên Kudistanê, bi lidarxistina çalakiyên banghêjî yên cuda rêz ji wê rojê digrin.