Pêşmergên Bajar bi boneya şehîdkirina “Hidayet Ebdullahpûr” peyamek belav kirin û peyman digel rêbaza şehîd “Hidayet” û tev şehîdên Kurdistanê nû kirin.
Peyam wiha ye:
Mirovên hêja û nîştimanperwer
Endam û alîgirîn PDKÎ
Her wekî agehdar in roja Çarşemî rêketa 4ê Pûşper a 1399an a Rojî, piştî derbasbûna du heftiyan li ser bêqederiya têkoşer “Hidayet Ebdullahpûr”; ji aliyê ragihandina Hizba me ve em agehdar kirin, ku mixabin hevalê têkoşer “Hidayet Ebdulahpûr” ji aliyê celadên rejîma Îslamî ve hatiye gullebarankirin.
Bêguman eve yekemîn cinayeta Komara Îslamî nîne û ne jî dawî cenayeta rejîmê dibe. Meşa dadgehîkirin û lêpêçîn û bêserûşûnkirina hidayet, li dijî hemû beha û pirensîbên navnetewî û heta yasasên Komarea Îslamî jî, û di rastî de ev karesata tal careke din wê rastiyê têne bîra me ku civatgeha navnetewî heta çi astekê li hember binpêkariyên mafê netewî û takên welatê dagîrger a Kurdistanê kerr û bê deng e û ji aliyekê dinê ve jî ew heqîqete îsbat kiriye ku bi ti awayekî mafên gelê me ne li yasa Komara Îslamî de tê bidestveanîn, ne jî celadên dijî ax û av û xortên wê nîştimanê, razî bi rêya çareseriya aştîxwazane û daxwazên rewa ê gelê me dibin; Lewma tenê rêya me rêya xebata şoreşvanî bo bidestveanîna mafên me ye û paqijkirina nîştiman li destê hemû dagîrkeran.
Serkeve xebata rewa û şoreşvanî ya me bi rêberayetiya PDKÎ
Heta bidestveanîna armancên şehîdên xwe, em dev ji wê xebatê ber nadin
Bîr û yada hemû şehîdên rêya rizgarî û nemze şehîdê me yê wê dawiyê, “Hidayet Ebdullahpûr” ku bo hertimî di nav dilê me de ye zîndî ye
Pêşmergên Bajar