Pêşmergên Bajar bo piştevanîkirin ji Pêşmergên Çiya, li bajaê Bûkanê û derdora wî bajarî çalakiyên berfireh ên banghêjiyê lidar xistin û piştevaniya xwe ji Pêşmerên Çiya ragihandin.
xelkê Kurdistanê piştevanê hertimî yê hêza Pêşmergê Kurdistanê bûye û di hemû demekê de pêşmerge û xelkê bihevre bûne.
Di vê derheqê de Roja Duşemî 19`ê Rezberê pêşmergên bajar piştevanî ji hêza Pêşmergê Kurdistanê û “Rasan”a Rojhelat kirine û bi lidarxistina çalakiyên berfireh yên banghêjiyê û bilindkirina alaya pîroza Kurdistanê di çendîn cihan de piştevaniya xwe ji hêza Pêşmergê Çiya dane xuya.
cihên ku ew çalakî têde bi rê ve çûne ew in:
Cadeya “Bokan û Miyanduav” Cadeya “Bokan û Sayînqela”, gundên wekî “Gogtepeya Qeremûsalî ,Ermenî Bulaxî, Seraw, Rehîmxan, Ûzûnqişlaq, Kanî Kozele, Qanzalî, Rêya Kurexaneyên Saroqamîş û piraniya tabiloyên ser rêyên gundên wê deverê.
Herwisa Pêşmergên Bajar ragihandine ku amdene her erkekî hizbî ci bi cî bikin.