Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyek berê yê HD bi teqîna Mayînekî re jiyana xwe ji dest da

15:46 - 1 Hezîran 2015

Kurdistan Media: “Ezîz Gulistane”(Bizinda) kurê “Ceifer” pêşmergeyê berê yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, bi sebeba teqîna Mîneke bi cih mayî a şerê Îraq û Îranê, jiyana xwe winda kir.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, Ezîz Gulistane pêşmergê berê yê Hizba Demokrat, xelkê gundê “Nerwî” ê ser bi devera Newsûd,roja şemiyê 30`ê gulana 2015`an, di dema çûna bi mala xwe di bilindahiya gundê Zaver li cihekî bi navê “Kemermamole” bi sebeba teqîna Mînekî jiyana xwe ji destda.
Kemermamole di heyamê şerê Îran û Îraqê de hatibû mîn rêj kirin.

Ezîz Gulastane, xelkê gundê “Nerwî” di sala 1980`an , li temenê 18 saliyê de tevlî nav refên pêşmergên Hizba Demokratê bibû û di hêza Şaho de hetibû bi rêxistin kirin

Navborî ew erka hizbî ya li ser milê wî, zor bi başî encam dida; çalakiyên dijî hêzên rejîmê di dever de encam didan û li hemû şeran de qaramaniya xwe nîşan dida.

Ezîz di sala 1989`an li ser daxwaza xwe muhlet li Hizba Demokrata Kurdsta Îranê bo gerana bi hûndir Kurdistanê vergirt. Ew heta dawî ya jiyana xwe bi rêbaza wê Hizbê re vefadar mabû.