Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyek di encama êrîşa DAÎŞê de hate Şehîdkirin

16:53 - 13 Şibat 2020

Di êrîşa gurûpekî çekdar yên DAÎŞê de, Pêşmergeyek Şehîd bûye û çend endamên malbat a wî jî, di bajarê Xaneqînê de hatine birîndarkirin.

Şeva derbasbûyî, di taxa “Behar” a bajarê Xanoqînê de, çekdarên DAÎŞê, Pêşmergeyek Şehîd kirin û 3 birayên wî û bavê wan jî birîndar kirin.

Hewisa di wê êrîşê de, kesekekî din yê wê malbatê, di wê êrîşê de birîndar bûye.

Yekek ji berpirsên Herêma Kurdistanê, “Ceifer Şêx Mistefa” bas kiriye ku, piştî êrîşa çekdarên DAÎŞê, bav û 2 birayên wî Pêşmergeyî di hawara wî de çûne, lê çekdarên DAÎŞê ew jî birîndar kirine ku yekek ji wan, 9 salî ye. Piştre kesên birîndarbûyî bo nexweşxaneya bajarê Silêmaniyê hatine veguhastin.

Herwisa navbirî bas kiriye ku, piştî wê êrîşê, dema ku arteşa Îraqê diçine cihê bûyerê, bombek diteqe û di encama wê teqînê de, 6 leşkerên arteşa Îraqê birîndar dibin ku birîndariya yekek ji wan leşkeran dijwar e.

Di encama gulereşandina bê armanc a çekdarên DAÎŞê de, çend welatiyên medenî jî birîndar bûne.