Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyeke serdemê komara Kurdistanê koça dawiyê kir

17:44 - 14 Kanûna Paşîn 2022

Pêşmergeyeke serdemê komara Kurdsitanê yê bi navê “Elî Rehîmî azer” xelkê gundê “Kanîreş” a ser bi bajarê “Bokan”ê  li temenê 97 saliyê de bi sedema kalbûnê roja Pêncşemî rêkevta 23ê Befranbara 1400an a Rojî, koça dawiyê kir.

Mam “Elî” di serdemê komara Kurdistanê, di nava hêza Pêşmergên Kurdistanê li derdora bajarê “Mihabad” û deverên navbera “Mihabad û Serdeştê” xebet kiriye.

Herwisa piştî şorişa gelên Îranê de û eşkerebûna xebata hizba Demokrat ji aliyê hizbê ve wekî şewreyê gundê “Kanî Reş” hatibû hilbijardin.

Mam “Elî” heta dawiya jiyana xwe bi rêbaza pir ji serwerî yê “Pêşewa”yê mezin wefadarma.

Termê xwedêjêrazî bi beşdariya xelkê deverê bi axa pîroza Kurdistanê hate spartin.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kes û karên xwedêjêrazî û xwe hevparê xema wan dizane.