Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî berê yê Komara Kurdistanê çû ber dilivaniya xwe

11:46 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Pêşmergeyekî berê yê dema komara Kurdistanê li bjarê Urmiyê, koça dawiyê kir.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî 15`ê Pûşpera 1398`an, “Ce`ifer Mukerem Qehirimanî” kurî Ezîz û pêşmergeyê berê yê komara Kurdistanê, û xelkê gundê Mehmûdan a girêdayî devera Enzel a ser bi bajarê Urmiyê, di temenê 89 salî de, bi sedema nesaxiyê çû ber rehmetê.

Cihê baskirinêye ku, xwedêjêrazî pêşmergeyê komara Kurdistanê bûye û kesekî xweş nav û kesekî cihê baweriya xelkê deverê bû, û herwisa kesekî nîştimanperwer bû, û bi berdewamî alîkariya pêşmerge û şoreşgerên bizûtneveya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê di deverê de dida.

Herwisa mala xwedêjêrazî, bibû cihê bihnwedana pêşmergên Hizba Denokrat û her bi wê sedemê jî, bi berdewam bo îdareya îtila`at a rejîmê ve dihate gazîkirin, û ji aliyê hêzên dijî gel û serkotkaran ve dihate eşkencedan.

Xwedêjêrazî, li sala 1360 heya 1363`an, endamê hêza bergirî a milî bû.

Navbirî heya dawiya jiyana xwe bi rêbaza Hizb û şehîdan emegnas mabû.

Termê xwedêjêrazî, dinav girseya xelkê deverê bi axa pîroze Kurdistanê hate spartin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî û xwe şerîkê vê xema van dizane.