
Roja pênçşemî rêkevta 7`ê Tîrmrehê, “Ezîz Xweşnevaz” naskirî bi Ezîz Şa Abadî, pêşmergî berê yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, û kurê Behram, xelkê bajarê Şa Abad, a girêdayî parêzgeha Kirmaşanê bi sedema bi temen bûnê, li temenê 82 saliyê de koça dawiyê kir.
“Ezîz Xweşnevfaz” li bajarê Şa Abad a girêdayî parêzgeha Kirmaşanê jidayîk bibû û li sala 1359`an de li navçeya “Bêlevar” ê girêdayî parêzgeha Kamêranê peywendî bi komîteya bajarê Kirmaşanê û Hêza Bêston digre û û wekî hevalekî dilsoz yê komîteya Kirmaşanê li navçeya Şa Abadê, çalakiyên hizbî destpê dike û belavokên hizbî di vê navçeyê de belav dikirin.
Piştire bi sedema nebûna derfeta têkoşîna siyasî û rêkxistinî vedigere bo nav refên Hêza Bêstûn û komîteya bajarê Kirmaşanê, û bi awayê fermî dibe bi pêşmerge û çeka şoreş û berxwedanê davêje milê xwe.
Navbirî di heyama pêşmergayetiyê de, li Hêza Bêstûn de wekî pêşmergeyekî bivêr, mil bi milê hevçeperên xwe li Hêza Bêstûn de berevenî li serweriya neteweyî û nîştimanî dikir.
“Ezîz” wekî pêşmergeyekî mînak li warê dîsîpilîn xwe nîşan dide û di piraniya şerên li navçeya Kamêran û Kirmaşanê de bi awayek çalakane beşdar bûye.
Navbirî li sala 1362`an derbasî komîteya bajarê Merîwanê dibe û li Hêza Zirêbar de jî wekî pêşmergeyekî dilsoz û fîdakar, erka pîroz a xwe bi rêve dibe û wekî pêşmergeyekî hezkirî li cem hevçeperên xwe yên li Hêza Zirêbar de.
“Ezîz” tevî vê ku temenê wî li piraniya pêşmergeyan zêdetir bû lê, bo cî bi cî kirina hemû erkeke hizbî digel heval û hevçeperên xwe bi bê mandî bûnê berdewamî dida xebatê.
Li sala 1365`an bi sedema guhertina rewşa navçeyê û qonaxa şerê partîzanî, Ezîz li binkeya Deftera Siyasî ya li Hêza Samren de erka xwe bi rê ve dibir.
“Ezîz” heta demên dawî yên jiyana xwe li nav yek ji hêzên derdora Deftera Siyasî erka xwe bi awayek kêrhatî birê ve dibir.
Navbirî li rêkevta 7`ê Tîrmeha li Hêza 127`an Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê, koça dawiyê kir û li rêya netewe û nîştimana xwe şehîd bû.
Termê “Ezîz Xweşnevaz” di nav girseya hevçeperên wî de li guristana şehîdên Partiya Demokrat bi axa pîroz a Kurdistanê hat spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe hevparê vê xema wan dizane.