Kurdistanmedia: Pêşmergeyekî berê yê PDKÎ, li temenê 80 saliyî de, li gundê “Asinawî” a girêdayî bajarê Şinoyê, çû ber dilovaniya xwe.
Roja Înê, 19`ê Rêbendana 1397`an, (8`ê Sobatê), “Yûsif Nasirbêyîgî” xelkê gundê “Asinawî” a girêdayî bajarê Şinoyî, li temenê 80 saliyî de, koça dawyî kir.
Xwedêjêrazî di destpêka şoreşa gelên Îranê de, tevlî refên pêşmergeyên PDKÎ bibo, û di nav rêzên hêzên wekî hêza Simko, û hêza Kêleşînê, hatibû rêkixistin.
Xwedêjêrazî di sala 1369`an bi sedema bi temenbûn û herwisa bi sedema zarokên xwe wedigere navxwe, lê heya dawiya jiyana xwe, emegdarê PDKÎ ma, û hertim xwe pêşmerge hesab dikir, û şanazî bi wan rojên derbazkirî yên di nav rêzên pêşmergeyan de dikir ku, wekî pêşmergê PDKÎ çeka şeref û kirametê, avêtibû milê xwe.
Navbirî piştî derbazkirina heyama 12 salan rikeberîkirin digel nesaxî û herwisa bi sedema bi temenbûnê çû ber dilovaniya xwe.
Termê xwedêjêrazî di nav girseya xelkê deverê de, bi axê hate sipartin.
Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê, sersaxiyî dibêje, malbat, xizim, û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê wê xema wan dizane.