Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî berê yê PDKÎ çû ber rehmetê

13:05 - 17 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Pêşmergeyekî berê yê PDKÎ, li bajarê Nexedê çû ser dilovaniya xwe.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Şemî rêkefta 24`ê Xermanana 1397`an  (16`ê Îlonê), xwedêjêrazî “Xalid Reş” pêşmergê berê yê PDKÎ çû ber rehmetê.

Xwedêjêrazî “Xalid” pêşmergeyekî dilsoz yê hizbê bû, ku di destpêka şoreşa gelên Îranê heya sala 1363`an (1984`an) pêşmergê PDKÎ bû, û heya dawîn demên jiyana xwe emegdarê rêbaza xwe ma.

Termê xwedêjêrazî di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate sparitin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje, xizim û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema van dizane.