Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî berê yê PDKÎ çû ser dilovaniya xwe

19:31 - 23 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Pêşmergekî berê yê PDKÎ, di bajarê Mehabadê de çû ser dilovaniya xwe.

 Li gorî nûçeya ku gihaye malpera“Kurdistanmedia”yê, roja Pêncşemî 31`ê Cozerdana 1397`an, “Hecî Mistefa Xosrew Encem” pêşmergê berê yê PDKÎ, û birayê şehîdekî sorxelat yê hizbê di bajarê Mehabadê de çû ser dilovaniya xwe.

 Xwedêjêrazî “Mistefa” di sala 1310`an, di bajarê Mehabadê ji dayîk bibû, û di sala 1358`an tevlî refên pêşmergên PDKÎ bibû, û di sala 1364`an de jî, vedigere bo mala xwe.

 Birayê xwedêjêrazî “Mistefa” yê bi navê şehîd “Ehmed Xosrew Encem”, naskirî bi “Ehmede Reş” di nav refên pêşmergên PDKÎ de tevlî karvana şehîdên Kurdistanê bû.

Xwedêjêrazî kesayetiyekî xwaşnav û cihê baweriya xelkê deverê bû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje, malbat, xizm û kesûkarên navbirî û xwe hevparê vê xema van dizane.