Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî berê yê PDKÎ li bajarê Serdeştê Koça dawî kir

19:00 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Duşemî 20`ê Pûşpera sala 1401`an a Rojî, “Qurban Husênpûr” pêşmergê berê û têkoşer ê PDKÎ bi sedema nexweşiyê li bajarê Urmiyê koça dawî kir.

Navbirî di zaroktiya xwe de bi hizra kurdayetî û niştîmanperweriyê mezin bibû û piştî hestkirin bi zilm û zordariya ku li derheq gelê Kurd dihat kirin, sala 1358`an a Rojî bû bi Pêşmergê Partiya Demokrat û li hêza “Giyareng” de hatibû rêkxistinkirin.

Navbirî heta sala 1365`an a Rojî di Partiya Demokrat de erkê pîroz yê pêşmergayetiyê bi rê ve birbû.

 “Qurban Husênpûr” sala 1365`an a Rojî li ser îzna hizbê vegeriya navxweyê welat û çû ser jiyana asayî ya xwe, lê heta dawiya jiyana xwe, wefadarê rêbaza pîroz a Partiya Demokrat mabû.

Mixabin roja Sêşemî rêkevta 20`ê Pûşperê bi sedema nexweşiyê li yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê de koça dawî kir.

Termê “Qurban Husênpûr” di nav girseya xelkê deverê de, bi axa pîroz a Kurdistanê hat spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje, xizm, kesûkarên navbirî, malbata Husênpûr û tev xelkê bajarê Serdeşt û deverê, û herwisa xwe hevparê xema wan dizane.