
“Mîrza Mihemed Qasimî” pêşmergê kevnar ê Hêza Pêşmergê Kurdistanê çû ser dilovaniya Xwedê
Roja Pêncşemî rêkevta 23ê Rêbendanê, Mîrza Mihemed Qasimî xelkê gundê “Nêrgî” yê devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê ku rûniştiyê bajarê Diyana yê ser bi Başûrê Kurdstanê bû bi sedema rûdawek nexwestî koça dawiyê kir.
Mîrza Mihemed li malbatek nîştimanperwer û xuya ya devera Mirgewer bûye û birayê şehîdê qehreman “Ehmed Qasimî” ye.
Mîrza Mihemed li Hawîna sala 1367`an tevlî refên Hêza Pêşmergê Kurdistanê bûye û di hêza Agirî de hatibû rêkxistinkirin.
Piştî bi dawîanîna dewreya destpêkî a pêşmergayetî li Fêrgeha Hizbê, heyamekî li binkeya peywendiyên Hizbê li bajarê Silêmaniyê erkên xwe yên Hizbî bi rê ve dibir û piştre vegeriya hêza Agirî.
Navbirî sala 1370`an digel 5 pêşmergeyên din ên hizbê li devera “Gelî Asengeran” li Urmiyê digel hêzên rejîmê tûşê şer bûn û di vê şerê de “Husên Sitwet û Mihemed Salih” Şahîn şehîd bûn.
Di vê şerê de “Osman Mistefapûr û Mîrza Mihemedqasimî, mela Casim Îsmaîlî, Eyûb Cangîrî” bi dîl hatine girtin.
Mamoste mela Casim û Eyûb ji aliyê rejîma Îranê ve hatine îdamkirin
Mîrza Mihemed bo heyama 8 salan bi dijwartirîn awayî dihate îşkencekirin û piştire ji girtîgehê hate azadkirin û Osman Mistefapûr jî piştî 28 salan azad bû.
Piştî azadbûnê, Mîrza Mihemed cardin xwe gihande nav refên tekoşerên Demokrat û li Komîsyona ragehandinê erk pê hatin spartin.
Navbirî bo heyamekê li bajarê Van li Bakurê Kurdistanê akincî dibe û piştre vedigere Herêma Kurdistanê û wekî çîyavanekî çeleng kar dike û di vê heyamê de çendîn xelatan werdigre.
Termê navbirî li bajarê Diyana bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat xizim û kesûkarên xwedêjêrazê û xwe hevparê xema wan dizane.