Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî kevnar li bajarê Şinoyê koça dawî kir

11:18 - 12 Kanûna pêşîn 2020

Rêkevta 20`ê Sermawez a 1399`an a Rojî, “Mihemed Nîrûmend” pêşmergeyê kevnar û xelkê bajarê Şinoyê piştî temenek serbilindane, bi sedema qezaya hatinûçûnê malavayî li nîştimana xwe kir.

Mihemed, naskirî bi “Mihemede Lal” piştî êrîşa rejîma Îslamî ya Îranê bo ser axa Kurdistanê, bo berevanîkirin ji ax û gelê xwe, çeka pîroz a pêşmergayetiyê avête milê xwe.

Xwedêjêrazî di çepera xebatê de, pêşmergeyekî zîrek û çeleng bû û bi awayê çalakane erkên Hizba xwe bi rê ve dibir.

Ew pêşmergê kevnar, hezkiryê xelkê Şino û gundên derdora wî bajarî bû û heta dawiya jiyana xwe, bi armancên pîroz yên Partiya Demokrat wefadar mabû.

Termê Xwedêjêrazî li girseya wî bi axa pîroz a Kurdistanê hate spasrtin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje xizim, malbat û kesûkarên Xwedêjêrazî û xwe şerîkê xema wan dizane.