Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî kevnar yê PDKÎ koça dawiyê kir

12:36 - 10 Adar 2020

Roja Duşemî, 19`ê Reşeme, Pêşmergê kevnar yê PDKÎ, “Hesen Ezîzî”, piştî 40 salan Pêşmergatiyê, di encama nexweşiya şêrpencê di bajar “Malmo” a welatê Soêdê de, bo cara dawiyê xatrê xwe ji malbat, heval û hevçeperên xwe xwest.

“Hesen Ezîzî”, kurê “Ezîz”, li sala 1960`a zayînî, 1339 a rojî, li malbateke welatparêz di dundê “Gêsiyan” a dewera “Mirgewer”a girêdayê bajarê Urmiyê de, ji dayîk bibû.

Di sala 1357`an de, demek ku şoreşa gelan dijî dîktatoriya rejîma Paşatî destpêkir, “Hesen Ezîzî” jî wekî ciwanekî nûgihan, tevlî wê tevgerê dibe û bi serketina şoreşê û eşkerebûna xebata PDKÎ di bihara sala 1358`an de, tevlî refên PDKÎ yê dibe û dibe Pêşmergê Kurdistanê û çeka parastina kerameta gelê kurd, hildigire. 

“Hesen”, di heyamê Pêşmergatiya xwede, di piraniya dewerên Kurdistanê de, çalakî hebûn, wekî mînak: li dewerên Mirgewer, Tirgewer, Geliyê Berdereş, geliyê Berandizê, geliyê Qasimlo, dewera Deştebêl, Pîranşar, Lacan û serdeştê de, çalakî hebûne.

 “Hesen Ezîzî”, di nawa xelkê Başûrê Kurdistanê de jî kesekî xweşnav û cihê rêzê bû.

“Hesen Ezîzî”, bi hegera alozbûna rewşa tenduristiyê ve, rastî nexweşiyê bibû û ew nexweşî gihîşte astek ku bi neçarî, ji sala 1368`an ve, bi xwesta xwe di binkeyan de dima.

Cara dawiyê, li ser biryara PDKÎ, di sala 1377`an de, wekî Pêşmegeyekê kêm endam, bo welatê Soêdê hate şandin.

“Hesen”, di wî heyayê ku di welatê Soêdê de jiya, tim wekî Pêşmergeyekî emegnas, di xizmeta PDKÎ û gelê xwede bû û bi micidî pişikdariya çalakiyên PDKÎ û netewî yên din dikir.

PDKÎ, bona koça dawiya “Hesen Ezîzî”, sersaxiyê dide malbat, xizim û kes û herwisa hevçeperên wî û xwe bi şirîkê xema wan dizane.