Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî kevnar yê PDKÎ koça dawiyê Kir

19:00 - 25 Hezîran 2021

Xwedêjêrazî “Efendî Cîhangîrî” xelkê gundê “Firêziya”yê girêdayê devera “Soma û Biradost”, ku heyamê 9 salan pêşmergê PDKÎyê bû, koça dawiyê kir.

“Efendî Cihangîrî” li sala 1358an de bibû pêşmerge û heyamê pêşmergatiya xwe de , kesekî dilsoz û cangorî bû; “Efendî” bi sedema jêhatîbûna wî karî bibe bi Cihgirê Fermandehiya Lika 3 ya hêza Agirî û li 10an hemaseyên pêşmergatiyê de başdarî kiribû.  

Xwedêjêrazî “Efendî” di demsala Payîzê ya sala 1367an de bi sedema rewşa malbata xwe û li ser îzna PDKÎyê dest li pêşmergayetiyê berda û zivirî nav malbata xwe.

Piştî zivirîna “Efendî” bo nav malbata xwe jî, kesekî cihê bawer û xoşewistê xelkê deverê bû, tevî hemû givaş û pîlanên rejîmê, “Efendî” xwe ji rejîmê bi dûr girt û herwisa li ser bîr û bawera welatparêzî û şoreşgeriya xwe ma û her tim dilê wî bona rizgariya Kurdistan û gihîûştin bi armancên netewî lêdida û herwisa mijûlê kar û kasibiya xwe bû.

Birayekî “Efendî” yê bi navê “Serbaz” ku di tenmen de ji wî biçûktir bû, bi destê leşkerên Tirkiyê hatibû kuştin û ew jî bû sedem ku seha berpirsayetiyê bike û bizivire nav malbatê û berpirsayetiya xwedîkirina malbata xwe bikêşe stuyê xwe.

Termê “Efendî” di gundê wî de bi axa pîroza Kurdistanê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dide malbat û kesûkarên “Efendî” û xwe bi şirîkê xema wan dizane.