
Peşmergeyekî Kurdistanê li Colemêrga bakûrê Kurdistanê çu ber dilovaniya xudê
Roja Şemiyê 5ê Kanûna pêşîn a 2020an, Se`eîd eşrefî xelkê gundê Xanik a ser bi herêma Biradosta Urmiyê, bi hegera nexweşiyê li Colemêra Bakurê Kurdistanê çu ber dilovaniya xudê.
Se`eîd Eşrefî her di gel destpêkirina xebata eşkere ya PDKÎ, sala 1358ê peywendî tevî rêkxistina PDKÎ girt û heyamekê piştî hingê, bi fermî tevlî refên pêşmergan bû çeka berevanî ji Kurd û Kurdistanê havête milê xwe.
Bi sedema gernasiyê Se`eîd li hêza şehîd Sergurd Ebasî de dibe fermandê desteya şehîd Yawer û heya sala 1363 an, bi dilûcan erkê xwe bi rê ve dibe.
Payîza sala 1363an bi sedema pirskirêkên malbatî li ser îzna Hizbê dev ji pêşmergayetiyê berda, lê amade nebû xwe teslîmî rejîma dijî Kurde Îranê bike û biçe Îranê, lewma her li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Geverê akincî bû.
Se`eîd wê demê ve haya dawî roja temenê xwe, hertim emegdar bû bi rêbaza PDKÎ û dil û hizra wî bal heval û hevçeperên wî bû, û peywendiya berdewam di gel kadr û pêşmergan hebû û bi serbilindî jiya.
Gorî zaniyariyan qir bû termê wî xweşmêrî her li bajarê gevera Bakura Kurdistanê teslîmî axa Kurdistanê bikin.
PDKÎ sersaxiyê dide malbat û keûkarê Se`eîd Eşrefî û xwe şirîkê xema wan dizane.