Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî kevnare Kurdistanê koça dawyê kir

13:29 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2020

Pêşmergeyekî kevnare Kurdistanê li Urmiyê bi hegera nesaxiyê çu ber dilovaniya xwe.

Roja 21 ê Tîrmeha 2020 an, Îsa Xalidî kurê resûl xelkê gundê Lorzinê girêdayî yê devera Mirgevera Urmiyê, bi sedema nexweşiyê koça dawî kir.

Îsa her li destpêka xebata aşkere ya PDKÎ tevlî refên Pêşmergên Kurdistanê dibe û çeka parêzvanî ji Kurd û Kurdistan ê dihavêje milê xwe.

Ew Pêşmergê xweşmêr di Sala 1360 ê li şerekî qehremanane de, ku bi giranî birîndar bibû, bi êxsîrî hate girtin.

Îsa ku Gulle Gevriya wî girtibû, mixabin heya dawî dema jiyana xwe ji dest azara wê birînê dinaland.

Piştî serbest berdanê, bi sedema necihgir bûna tendirustiyê , Îsa li ser îzna PDKÎ, di nava malbata xwe de dirêjî da jiyana xwe, lê hertim dilê wî cem hevçeper û hizba wî bû û tu caran peywendiya xwe qut nekir û heya dawî dema jiyana xwe, emegdar bi wê rêbazê ma.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û kes û karên Îsa Xalidî û xwe şirîkê xema wan dizane.