
Herwisa roja Çarşemî rêkefta 4ê Çirriya paşîn a 2020 an “ Xelîl Ce`ferî Çipan “ naskirî bi “ Xelîl Çipan” pêşmergê kevnar ê PDKÎ li gundê “ Nanas” a ser bi bajarê Urmiyê di temenê 77 saliyê de çû ser dilovaniya xwedê.
“Xelîl Ce`ferî Çipan “ kurê hecî “ Mihemed “ sala 1322`an li gundê “ Çipan”ê ji dayk bûye, sala 1360`an di şer û pevçûnekî hêza pêşmerge di gel bi kirêgirtiyên rejîma Îranê tête destbiserkirin û bo heyamê salekê li girtîgeh a rejîma îranê de tê îşkence kirin.
Eşkence û azara navbirî li xebat û tekoşînê sar nekir û piştî azad bûnê navbirî di sala 1361`an de çalakane beşdarî li şerê hêza pêşmerge di gel bi kirêgirtiyên rejîma îranê dikir û bibû ser lik.
Sala 1364`an gundê wî bi sedema alîkarî kirin bi pêşmerge, ji aliyê rejîma îranê ve hate kawil kirin û xelkî wî gundî aware bûn.
Navbirî heya dawiya demên jiyana xwe amade bû bo encam dana her erkekî hizbê û emegnas bi armanca şehîdan ma.
PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên wî û xwe hevparê xema wan dizane.