
Yadigarekî dinê yê Komara kurdistanê, bi yekcarî xatrê xwe ji Kurd û Kurdistanê xwast û çû ber dilovaniya Xwedê.
Mam Îzet, Pêşmergê beşdar di Komara Kurdistanê de, koça dawî kir.
Roja Şemî 30`ê Kanûna Paşîn a 2021`an, Mam Îzet Silêman Beg, naskirî bi Mam Îzet Dergeleyî, yek ji Pêşmergên Komara Kurdistanê û dostê emegdar ê PDKÎ, koça dawî kir.
Mam Îzet mirovekî welatparêz û kesayetiyekî xuya û xweşteviyê gelê xwe bû.
Mam Îzet dema damezrandina Komara Kurdistanê, digel sedan pêşmergên dinê yên Barzanî bi rêberiya nemir Mela Mistefa Barizanî, di avakirin û parastina Komarê de beşdarî kir.
Mam Îzet Dergeleyî hemî temenê xwe dana bona xizmet bi doza gelê xwe û her ji temenê ciwaniya xwe ve heya dawî dema jiyana xwe, şanazî bi pêşmergebûna xwe dikir.
Mam Îzet Silêman Beg di piraniya qonaxên xebatê de beşdar bûye û bi taybetî di şoreşên Eylûl û Gulanê de beşdar bûye û di xebata çekdarî û çiya de, alîkarî û peywendî digel rêberiya PDKÎ de hebûye.
PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kesûkarê Mam Îzet Silêman Beg û xwe şirîkê xema wan dizane.