Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî Komara Kurdistanê koça dawiyê kir

18:51 - 8 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Pêşmergeyekî serdema Komara Kurdistanê li başûrê Kurdistanê, çû ber dilovaniya xwe.

Mam Hisên Ehmed Mihemed, naskirî bi Hisên Mawîlî, li temenê 81 saliyê bi sedema nesaxiyê çû ber rehmetê.

Mam Hisên, yek ji wan kurdên başûrê Kurdistan bû ku, di temenê 15 saliya xwe de,tevlî refên Pêşmergeyên Komara Kurdistanê li Mehabadê bibû û di desteya pasewanên serkomar, Pêşewa Qazî Mihemed de hatibû rêkxistin.

Paştî herifîna Komara Kurdistanê, berê xwe dide cih û warê xwe û mijûlî jiyana asayî dibe û li destpêkirina şoreşa Eylûlê, pewendî bi vê şoreşê digire, ku dibe yek ji Pêşmergeyên çeleng ê vê şoreşê.

xwedêjêrazî xeynî helwêstên vî yên nîştimanî û netewî, kesayetiyekî xûya yê civaka qezaya Rewanduz û derdorê bûye.

Mam Hisên li sala 1931`an, di malbateke nîştimanperwer de jidayîk bûye, û xwedêjêrazî bo heyamekê ji li gundê Mawîlyanî ya li sînorê Rewanduzê maye.

Mam Hisên Mawîlî, di vê dawiyê de, bi sedema zêdekirina êş û azarên nesaxiyê kete nav ciyan, û du rojan berî niha di mala xwe de çû ber dilovaniya xwe, û termê xwedêjêrazî di rêûresmeke lêhatî de, bi amdebûna xelkê deverê li guristana gundê Mawîliyan di nav girseya xelkê bi axê hate spartin.