Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî Kurdistanê xatrê xwe ji gelê xwe xwast

12:58 - 11 Kanûna Paşîn 2021

Roja 20ê meha Befranbar 1399an ,pêşmergê Hêza “Pêşmergên Kurdistanê”, “Iqbal Elî Remayî”, di temenê 70 saliyê de xatrê xwe ji gel û welatê xwe xwest.

 “Iqbal Elî Remayî”, kurê “Fethullah û Hebîbe”, li sala 1329an di gundê “Bêsaran” a girêdayê bajarê “Merîwan”ê ji dayîk bû.

Navbirî heta pola 5 a seretayî ders xwendibû û heta temenê 25 saliyê di gundê “Bêsaran”ê de akincî bû.

Piştî şoreşa gelên Îranê û êrîşa rejîmê li ser axa Kurdistanê, di sala 1358an de, tevlî refên hêza “Pêşmergên Kurdistanê”bû û bona berevanîkirin ji ax û welatê xwe, çeka pîroz a Pêşmergatiyê hilgirt.

 “Iqbal” di heyamê jiyana pir ji şanaziya Pêşmergatiya xwe de, li çendîn erkên hizbî de, xizmtekî çalakane bo Hizba Demokrat û gelê xwe kirin.

Sala 1358an heta sala 1359an “Serpel” bû; Li sala 1364an heta 6 salan, alîkarê kadir bû; Li sala 1381an de heta dawiya jiyana xwe di navenda 1 a Kurdistanê de wekî berpirsê “Xedemat”ê bû; Herwisa li sala 1382an de bû bi Kadrê pile 4 yê PDKÎ.

Ew pêşmergê dilsoz heta dawiya jiyana xwe bi armanc û armancên bilind û mirovperwerane yên PDKÎ wefadar ma, Mixabin li 20ê Befranbarê anku 9ê Kanûna Paşîn, çepera berxwedanê bo heta hetayî bo hevçeper û hevbîrên xwe bi cih hêla, Termê Navbirî li goristana “Şehîdên Hizba Demokrat” li bajarê Koyê bi axê hate sipartin.

PDKÎ, tevî xembarbûna xwe derheq koça dawiya wî hewalê xebatkar, sersaxiyê dide malbat û kesûkarên “Iqbal” û xwe hevparê xema wan dizane.