Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî PDKÎ, serketineke sportê bidest anî

18:17 - 10 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Pêşmergeyekî Hizaba Demokrat a Kurdistana Îranê, di kêbirkê a K1 a Boksing de, pila yekem bidest anî.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê ragihand: Di 17`ê Gelawêjê de, “Mihemed Kol” Pêşmegê Hizba Demokrat, di kêbirkêya K1 a Boksîngî de beşdarî kiribû ku karî pila yekem bidest bîne.

Ew Kêbirkêye ser asta Herêma Kurdistanê bi rê ve çû ku 13 tîm têde beşdarî kiribûn.

“Mihemed Kol” Di 2 rand de karî rikeberê xwe şekesit bide û serkevtinê bi dest bîne.

Navbirî di derheq vê kêbirkêyê de bi malpera “Kurdistanmedia”yê re got: Em xwe bo kêbirkêyan di paşerojê de amade dikin.

Navbirî ji derheq Pêşmerge bûn û sporvaniya xwe got: Ez ji sportê wekî çepereke din a xebatê mêze dikim û mifahê lê verdigrim.

“Mihemed Kol” di sala 1367`a rojî de li bajarê Bokanê, ji dayîk bûye.

Navbirî di sala 1382`an de, tevî refên pêşmergên PDKÎ bûye û heya niha Pêşmergeye û di derheq sportê de çalakiyê dike.