Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî PDKÎ tevlî karwanê şehîdan bû

11:18 - 2 Çirriya pêşîn 2021

Roja Înê rêkevta 9`ê Rezbera 1400`an a Rojî, Pêşmergê Hêza Pêşmergê Kurdistanê “Akam Deriyayî” bi sedema bûyerekê canê xwe ji dest da û tevlî karwanê şehîdan bû.

Şehîd “Akam Deriyayî” xelkê bajarê Şinoyê, sala 1374`an a Rojî ji dayîk bibû. Dema ku digihîje qonaxên xwendinê ji aliyê dayîk û bavê dilsoz ve dadinêne ber xwendinê û heta qonaxên navendî xwendina xwe berdewam dike.

Piştî vê ku digihîje temenê ciwaniyê, wek piraniya lawên nîştiman bi sedema bîrkirin û têgihîştin ji zilim û zordariya rejîma Tehranê li ser ax û xelkê Kurdistanê, dest bi xebatê dike.

Şehîd “Akam” bo domkirina xebatê bi şêweyê teşkîlatî sala 1393`an a Rojî pêwendiyê bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve diger û wek endamek nihînî kar û çalakiyên Hizbê bi rê ve dibe.

Piştî vê ku xebata nû ya PDKÎ hate ragihandin û Hêza Pêşmerge di navxweyî welat de dest bi kar û têkoşan kir, şehîd “Akam” sala 1395`an a Rojî, bi fermî tevlî Hêza Pêşmergê Kurdistanê dibe û çeka berevanî ji nîştimanê diavêje milê xwe.

Piştî derbaskirina dewreya destpêkî ya pêşmergayetiyê li Hêza “Taybet” tê rêkxistinkirin û dest diavêje bi kar û têkoşînê. Bi sedema zîrekatiya wî ve, ew dibe “serpel”.

Di berdewamiya kar û têkoşînên wî de li sala 1397`an a Rojî, li Hêza 129 tê rêkxistinkirin û heta dema şehîdbûna wî, ew li wê hêzê erkên xwe lidar dixe.

Di heyama pêşmergayetiyê de çendîn caran wek meimûriyeta Hizbê çûye navxweyê welat û di tev meimûriyetên xwe de serkevtî dibe.

Şehîd “Akam” xortek netirs û zîrek bû, dijwartirîn demên hovîner ên dujmin dişkand û hêz û moral dida xortên Rojhilatê.

Mixabin şehîd “Akam” di bûyerek dilêş de tevlî karwanê şehîdan bû û çepera xebatê bo hevçeperên xwe bicih hêşt.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi sedema canjidestana wî pêşmergê netirs, tevî nîşandan xembariya xwe, sersaxiyê dibêje malbat, kesûkar û hevçeperên şehîd “Akam” û xwe şerîkê xema wan dizane.