Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî serdemê Komara Kurdistanê koça dawiyê kir

12:16 - 4 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Hecî Seyîd Es`ed Emînî, pêşmergê serdema Komara Kurdistanê û keseke nîştimanperwer di 93 salî de li nexweşxaneyeke bajarê Urmiyê, çû ser dilovaniya xwe.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê, 13`ê Befranabr (3`ê Kanûna Paşîn), Hecî Seyîd Es`ed Emînî û kurê Şêx Şehabedîn Emînî û ser bi malbata Şêx Gîlanîyê Nehrî, di temenê 93 salî de çû ber rehema xwedê.

Xwedêjêrazî, di dema xwe de pêşmergê Komara Kurdistanê bû û kesekî niştîmanperwer bû.

xwedêjêrazî bavê Yeyîd Mihyedîn Emînî, endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû, ku navbirî jî, heya dawiya jiyana xwe li ser rêbaza bavê xwe berdewam bû.

Piştî êrîşa hêzên rejîma Şah li ser Komara Kurdistanê, xwedêjêrazî çû bû Bakûrê Kurdistanê û di bajarê Geverê de jiyana xwe dikir û her emegnasê Hizbê jî bû, piştî demeke dirêj navbirî careke din wegeriya warê bav û kalê xwe, li gundê Kurane a ser bi devera Soma û Birdost a ser bi bajarê Urmiyê û li cem malbata Nehrî jiya.

Navbirî di temenê 93 saliyê de bi sedema nesaxiyê di nexweşxaneya Solet a bajarê Urmiyê de çû ser dilovaniya xwe.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi boneya koça dawî ya “Hecî Seyîd Es`ed Emînî”, sersaxiyê dibêje malbat, kesûkarê navbirî û xwe hevparê xemê wan dizane.