
Kurdistanmedia: Pêşmergeyên Bajar, û endam û alîgirên PDKÎ di navxwey welat de, bona mehkûmkirina kiryarên terorîstî ên Spaha Pasdaran çalakiya teblîxî bi rê ve birin.
Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “kurdistanmedia”yê, Pêşmergeyên Bajar û endam û alîgirên PDKÎ bona mehkûmkirina mûşekbaran binke û baregehên PDKÎ li roja 17`ê Xermananê de, çalakiya berfireh ya teblîxî li bajarên Bokan, Mehabad, Bokan û Serdeştê bi rê ve birin.
Ew cihên li bajarê Bokanê de çalakiya teblîxî tê de bi rê ve çûn, pêk tên ji: Gundên Husên Mame, Qeregul, Sewzî, Serçinar û Xetayî.
Ew cihên bajarê Mehabdê ku çalakî tê de bi rê ve çûn ew cih bûn: Rawestgeha Azadigan, Taxa Ferhengiyan, Çarriya Canbazan, Sencanava, Serweyî baxê Mikayîl, Riya Mehabad-Pîranşar, Destpêka Bendava Mehabadê, Qazîava, Pişttep, Berê Şîlan, Taxa Tiransa elekterîkê, Riya Hemzava, Hemzava, Riya Mehabad-Serdeşt, Mehmûdkan, Şeqama serekî, Pêşiya xwendingehê û çarriyê, Piştep, û Mizgevta kevn ya Pişttepe.
Ew cihên Urmiyê ku çalakî tê de bi rê ve çûn, ew cih bûn: Rajan, Rezge, Garane, Nari, Sêgirkan, Dukanên Ewrisê, û riya Rajan-Dizê.
Herweha di festîvala Tirî ya Serdeştê de jî, çalakiya teblîxî bi rê ve çû.