Kurdistanmedia: Pêşmergeyên Bajar li Merîwanê, bi boneya bi terorîst naskirina Spaha Pasdaran a rejîmê, çalakiyên tebilîxî birêve birin.
Roja Sêşemî 27`ê Xakelêweyê, pêşmergeyên Bajar li “Kanî Dînar” a girêdaiy bajarê Merîwanê, bi boneya bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran a rejîmê, bo piştevanîkirin li PDKÎ çalakiyên tebilîxî lidarxistin.
Di van çalakiyan de, bi nivîsîna dirûşmên wekî: “Agehdariya Partiya Demokrat: Caşên Spaha Pasdaran agehdar dikin, hişdariya Partiya Demokrat: Caşên terorîst yên Spahê dev ji îxanetê berd in, bijî Partiya Demokrat, biherife rejîma îdamê, bijî HDKÎ, caşên terorîst yên Spahê vekişin, bijî Partiya Demokrat”, hişdarî didin ji xwefiroşan re û daxwaz ji van dikin da ku dereng nebûye bizivirin himbêza gel.
Herwisa gevirpoşên(xakêpûş) Bajar di berdewamiya çalakiyan de, peyamek rû li xwefirşan belavkirin ku, deqa peyamê wiha ye:
Çavnihêrê fermanê ne
Em pêşmergeyên Bajar, li “Kanî Dînarê” bi pêşwaziya peyama “Mistefa Hicrî” Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tên, û amadene li pêxema vê de jî canê xwe bikin gorî.
Her lêre ji caş û mohreyên rejîmê re dibêjin ku: Eva derfeteke kurte û her wek Lêpirsyarê Giştî yê Hizbê gotiye: Êdî ti kesek nikare ji bo kiryarên terorîstan û hevpeymanên wan hêncetan bîne..
Axavitina me ya kurt eve ku, werin nav rezên gel, hekî neyên rastî dadgeha gel dibin.
Bijî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Serbikeve Rasan
Rêkefta 27`ê Xakelêweyê, “Mistefa Hicrî” Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di peyamekê de, daxwaz li xwefiroşan kir da ku bizivrin himbêza gel û xwe li tawanên Spaha Pasdaran a terorîst bê par bikin.