Kurdistanmedia: Pêşmergeyên Bajar li bajarê Kamyaranê, di peyamekê de tevî nîşandana nerhet bûna xwe, ji ber jidest dana fermander Hesen Serspî, peyman digel rêbaza navbirî û hemû şehîdên Kurdistanê nûkirin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, pêşmergeyên Bajar li bajarê Kamyaranê, di peyamekê de, tevî nîşandan nerhet bûna xwe ji ber jidest dana fermander Hesen Zar`î naskirî bi Hesen Serspî,peyman nûkirin, ku, heya gihîştin bi armancên şehîdên Kurdistanê rê û rêbaza van berdewam dikin.
Deqa peyamê wiha ye:
Qehremanek ji regeza rojê
Dlopek ji barana hezkirî
Hevalek ji baran gurr a Biharê
Zeviyek ji hasila serbilindiyê
Em pêşmergeyên bajarê Kamyaranê, bi boneya koça dawiyê a qehremanê berê yê di nav çeperên xebata lidijî dagîrkaran, sersaxiyê dibêjine Partiya Demokrat a Kurdistana Îran û bajaroka Selewatava û Kesûkarên xwedêjêrazî Hesen Serspî, û xwe şirîkê vê xema van dizanin.
Riha vî şad be û çepera vî avadan.