
Pêşmergeyên Bajar li Bokan û Şinoyê bi lidarxistina çalakiyên Teblîxî û serdana tirba şehîdan, piştevaniya xwe li Hêza Pêşmergê Kurdistanê dubare kirin û soza emegnasiya xwe digel rêbaza şehîdan nû kirin.
Pêşmergeyên Bajar li bokanê di devera “Ehmedê Kor” bi belavkirina traktên PDKÎ bo piştevanîkirin li çiya û Hêza Pêşmerê Kurdistanê, çalakiyek berfireh a teblîxî lidar xistin.
Çalakiyên teblîxî di wan cihan de bi rê ve çûn: “Rêya taxa Mîrawê ya Bokanê heta Emîrabadê, Tarawa, Hemamiyan, şeqama Siwarey Îlxanîzade li Hemamiyan û piraniya tabloyên rêya gundên Bokanê û derdora wê, goristana dîrokî ya Hemamiyan ku tirba helbestvanê helbestên nû ên Kurdî, “Siware Îlxanîzade li wir e”.
Pêşmergeyên Bajar di wê çalakiyê de amadebûna xwe bo cîbicîkirina her biryarek hizbî dane xuya.
Herwisa Pêşmergeyên Bajar li gundê “Rehîmxan” girêdayê devera “Aleşîn”a Bokanê, serdana tirba şehîdên doza rizgariya Kurdistanê kirin û digel rêbaza şehîdan peymana xwe nû kirin û amadebûna xwe bo cîbicîkirina her core erkek hizbî dubare kirin.
Herwisa endamên PDKÎ li bajarê Şinoyê, serdana tirba şehîd “Îsmaîl Mamilê” kirin û alaya Kurdistanê li ser tirba wî bilind kirin.
Endamên PDKÎ di wê çalakiyê de, careke din digel rêbaza şehîdan peymana xwe nu kirin û careke din soz dan ku heta gihîştin bi armancên gel û welat, domderê rêbaza şehîdan bin.