Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyên Bajar Newroz û weşana “Tishktv”yê, pîrozkirin

14:10 - 22 Adar 2019

 Kurdistanmedia: Pêşmergeyên Bajar, hatina sersala nû, û weşana dubare a“Tishktv”yê, pîrozkirin û her bi vê boneyê jî, teqeya keyfxweşiyê kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Pênçişemî 1`ê Xakelêweyî, pêşmergeyên Bajar, li bajarê Mehabad û devera Şarwêranê, Newroza Kurdewarî û weşana dubare ya “Tishktv” yê, ji xelkê Kurdistan, kadr û pêşmergeyên Bajar û Çiya, pîrozkirin, û bi teqkirinê keyfxweşiya xwe nîşan dan.  

Herwisa pêşmergeyên Bajar yên vê deverê peymana xwe digel rê û rêbaza şehîsên PDKÎ nû kirin.

Di heyama çend rojên borî de, çalakî û rêûresimên berfireh, bi boneya hatina sersala nû û weşana dubare a “Tishktv”yê, li bajarên Kurdistanê hatine lidarxistin ku, hêybet û zalbûna rejîma komara Îslamî biriye jêr pirsyarê.