Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyên Bajar peyamek bi boneya salroja “Şehîdên Kurdistanê” belavkirin

13:58 - 31 Adar 2019

Kurdistanmedia: Pêşmergeyên Bajar li bajarê Merîwanê, di roja 10`ê Xakelêweyê de, tevî belavkirina peyamekê, serdana malbatên şehîdan kirin, û peyama emegnasiya xwe di gel rêbaza şehîdan nûkirin.

Peyama pêşmergeyên Bajar wiha ye: Baştirîn xelat bo şehîdan berdewamkirina riya wane.

Di dîroka rizgariya gelê me de, em şahîdê gellek serkevtin û rûdawên dilgiran bûne ku, dikarin bêjin her ew rûdaw û karesatane bûne sedema pêdagîrîkirinê bo bicih anîna armancên xwe.

Mînak: “Pêşewayê Kurdan” ku,li pêxema neteweya xwe de canê xwe kire gorî.

Ji bo vê ku em pêşmergeyên Bajar li bajarê Merîwanê ne, bi boneya 10`ê Xakelêweyê, roja “Şehîdên Kurdistanê”, me erka nîştimanî û exlaqiya xwe zanî ku, di rojeke wiha de, serdana malbatên serbilind yên “Şehîdên Kurdistanê”, û tirbên nemiran bikin, û peymanê di gel wan nû bikin ku, heya dawiya jiyan xwe, em riya wan ya tijî ji serbilindî berdewam dikin.

Her bi wê boneyê jî, em lihemberî cangoriyên şehîdan û malbatên serbilind yên şehîdan, xwe diçemînin.

Silav li canê paqij yê Pêşewayê Kurd!

Silav li malbatên serbilind yên şehîdan!

Silav li PDKÎ!

Serkevtin bo PDKÎ!

Pêşmergeyên Bajar li bajarê Merîwanê.

10`ê Xakelêweya 1398`an.