Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyên Bajar peymanek rû li xwefiroşan belav kirin

12:30 - 19 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Pêşmergeyên Bajar li gundê Şiyanê peyamek rû li xwefiroş û kirêgirtiyên rejîmê belav kirin û dawîn hişdarî ji kirêgirtiyan re dan.

Deqa peyamê wiha ye:

Em wekî pêşmergeyên Bajar li gundê Şiyanê, daxwaz ji xwefiroş û kirêgirtiyên endamên Spaha Pasdaran dikin da ku, dev ji xwefiroşî û îxanetkirinê berdin û bizivirin bo himbêza gel û nîştiman û demldest kincên îxanetê li ber xwe derxînin.

Herwisa hekî wekî berê di îxanetkirin û nîştimanfiroşiyê de berdewambin, rastî sizayên tawanên xwe wê bên û bi tu awayî lêborîn nayê kirin.

Komara îdamê, berdewam hewl dide da ku xelkê tevlî refên besîcan bike û van tûj dike da ku dijberiya nîştimana xwe bikin: Xelkînû agehdar bin ku ev kiryar xeynî sivikatîkirin û nîştimanfiroşî nebe tu berhemeke din lipey xwe nîne.

Tirseke zêde ketiye nav dilê Spaha Pasdaran a terorîst de, û her bi vê hilkeftê jî, bo heyama çend rojan hêla telefona gundan qut kirine.

Silav li riha pak ya rêberên şehîd yên wekî: “Pêşewa Qazîmihemed, Dr. Qasimlû û Dr. Şerefkendî”, silav li hemû şehîdên rêya rizgarî û azadiya Kurdistanê, rêya we berdewame.

Qutnebûn heya serkevtinê

Pêşmergeyên Bajar li Jawaroyê “Şiyan”