
Kurdistanmedia: Bi boneya roja 10`ê Xakelêweyê, salroja Şehîdên Kurdistanê pêşmergeyên Bajar piştevaniya xwe ji pêşmergeyên Çiya re ragehandin û peymana xwe digel rêbaza şehîdan nûkirin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, pêşmergeyên Bajar li bajarê Pîranşarê, di peyamekê de, piştevaniya xwe bo pêşmergeyên Bajar ragehandin û bi boneya roja 10`ê Xakelêweyê, salroja Şehîdên Kurdistanê peymana xwe digel rêbaza şehîdên Kurdistanê nûdikin.
Deqa peyamê wiha ye:
Neteweyek ku azadiyê bixwaze, dibe nirxa vê azadiyê jî bide.
Em pêşmergeyên Bajar, piştevanê pêşmergeyên Çiyan, di salroja bidarvekirin û şehîdkirina rêberê mezin yê xwe, kesayetiyekî hilkevtî û dîrokî yê neteweya xwe, ku bi hilkirina agirê xebatê ku ev heft dehikin, û heya niha jî rola wî rêberê mezin, ev qas bihêze û fikra nîştimanperwerî û mafperweriyê, rênwîn û çira xebata hizb û rêberên me ye.
Rêberik ku di wî serdemî de, partiyeke siyasî û pêşkevtî,a bi navê PDKÎ, avadike, û ev jî di heyameke kurt de, ku devera Mukriyanê dike landika xebat û berxwedanê li dijî rejîma Pehlevî, û gellek zû devera Mukriyanê di bin destê rejîmê de rizgar dike û Komara Kurdistanê radigehîne, komarek ku di heyameke gellek kurt de, destkevtinê gellek mezin û dîrokî bi dest dixîne, lê rejîma Pehlevî ku Pêşewayê nemir bibû kilê nav çavên wan û hikûmeta Pehlevî bi lerzokê xistibû û herwisa bêdeng nebûn û di salonekê de bi nav dadgeh, cezaya bidarvekirinê bi ser de sepandin.
Pêşewayê nemir, di bin givaşên dijmin de, bi çûk nehat û erk û berpirsayetiya komarê bistûyê xwe girit, bo vê yekê ku karesata bajarê Tevrêzê li Kurdistanê ducarî nebe, û canê xwe goriyê ax û neteweya xwe kir, û heya dawiya jiyana xwe di bin benka îdamê de jî, pêbend bi soz û biryarên xwe ma.
Em jî wekî pêşmergeyên Bajar peymana xwe nû dikin, û heya dawîn dilopa xwîna xwe , ku, di cismê de ye, li ser rêbaza nîştimanperwerane a rêberê xwe dernakevin û salroj û bîranîna van bilind radigirin û hemû demî bîr û bawera rêberên xwe dikine pêşnegê xebatê, bo rizgarî û xizmetkirin bi neteweya xwe.
Silav li hemû şehîdên Kurdistanê
Silav li malbatên serbilind yên şehîdan
Silav li malbatên serbilind yên girtiyên siyasî
Pêşmergeyên Bajar yên Pîranşarê