Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyên Bajar piştevaniya xwe ji bo Partiya Demokrat ducarî dikin

17:04 - 15 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Partiya Demokrat, têkoşer û xelkê dilsoz yê  Kurdistanê, piştî şehîdbûna du pêşmergeyên bivêr yên Partiya Demokrat, bi şandina peyama sersaxiyê, û nîşanda hevxemiya xwe digel malbata wan du şehîdên serbilind, peyama emegnasiya xwe bo rêbaza şehîdan nû kirin.

Deqa peyaman wiha ne:

Nûdşe û Hecîc

Ji aliyê pêşmergeyên Bajar yên Nûdşe û Hecîc, derheq şehîdên nû yên “Rasan”ê sersaxiyê dibêjine hevçeperên xwe û Partiya Demokrat û malbatên serbilind yên şehîdan, û soz didin ku rêbaza wan berdewam dikin, û toleya wan distînin û çavnhêrê fermanê ne, bo hemû fîdakariyekê.

Pêşmergeyên Bajar li Nûdşe û Hecîc

Tengîser

Bi navê azadî û dadperweriyê

Bi navê Pêşmergeyên Kurdistan û partiya Demokrat

“Neteweyek ku azadiyê bixwaze, dibe nirxê jî bo vê azadiyê bide”.

Dr. Qasimlo

Mixabin nûçeya şehîdbûna du pêşmergeyên riya azadiyê gihîşte me; Em endam û pêşmergeyên Bajar li gundê Tengîserê, sersaxiyê dibêjine hemû xelkê Kurdistanê,  bitaybet Partiya  hezkirî ya xwe PDKÎ, herwisa bo cara hezarê peymana emegnasiyê digel şehîdên nû yên “Rasan”ê nû dikin.

Heya dawîn henasa jiyana  xwe, rêzaba şehîdên Kurdistanê bernadin, û bo rizgariya Kurdistanê berdewam dibin di çeperên berxwedaniyê de.

Çavnihêrê fermana tolvekirinê ne

Fermand ji we û can fîdakirin jî ji me

Baştirîn xelat bo şehîdan berdewamkirina riya wan e

Pêşmergeyên Bajar yên Tengîser