Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyên çiya di Pûşpera birîndar de peymana emegdariya xwe nû kirin

14:13 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Di salvegera terorkirina Dr. Qasimlo bi destên dîplomat-terorîstên rejîma Îranê de, li ser çiyayên Kurdistanê, şehîd Dr. Qasimlo hate bibîranîn.

Hêza Pêşmerge bi birêvebirina merasimeke taybet bi 22`ê Pûşperê li ser çiyayên Kurdistanê, selimandin ku “Qasimlo di rêbaza xwe de zindî ye”.

Li gora rapora nûçegihaniya “Kurdistanedia”yê, li çiyayên Kurdistanê roja 21`ê Pûşperê (li bereberê 22`ê Pûşperê) ji aliyê pêşmergeyên Hêza Taybet ve, di yek ji binkeyên vê hêzê li çiyayên Rojhilat, bi beşdariya komeke rêvîngên rêbaza Qasimlo ve merasimek bi rê ve çû.

Destpêka civînê, bi ragirtina bîstekê bêdengî bo rêzgirtina ji xwîna pak ya şehîdên hizb û gel bi taybetî şehdên “Viyen”ê dest pê kir, û piştre kurtiyek ji jiyana pirr berhem ya kak Dr. Qasimlo ji aliyê kiçe pêşmergeyekê ve hate xwendin.

Gotina sirûda “Hestewe dukturî zana” beşeke din ya vê merasima pêşmergane bû. Piştre çend qiseyek derheq kesayetî û bîrmendiya vî rêberê lêhatî, ji aliyê Xalib Hebîbî kadrê siyasî yê Hêza Taybet ve hate pêşkêşkirin.

Herweha di nava vê bernameyê de, parçe pexşanek li ser  mezinahiya riha Qasimloyê şehîd hate xwendin.

Nûçegihaniya Kurdistanemdia ragehand, di vê merasimê de, daxuyaniya Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê, derheq 29.mîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî li Viyenê, ji aliyê Evîn yek ji pêşmergeyên hizbê ve hate xwandin.

Piştre sirûdeke bisoz ya Kirmancî li jêr navê “Silav li şehîdan”, ji aliyê yek ji pêşmergeyên çiya ve pêşkêşî rêvîngên rêbaza Qasimlo hate kirin.

Dawî beşa merasimê, peyman nûkirina pêşmergeyên çiya digel rêbaza Qasimlo bû, ku bi awayê sembolîk di çend gotinan û wêneyên Dr. Qasimlo de hate nîşandan.