Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyên Çiya rikeberiyên zanyariyan birêve birin

12:03 - 18 Adar 2019

Kurdistanmedai: Pêşmergeyên PDKÎ, li ser çiyayên Kurdistanê, rêkeberiyên zaniyariyan lidar xistin.

Roja Înê, rêkefta 24`ê Reşemeha 1397`an, parek ji naveroka civîna pêşmergeyên çiya ji zanyariyên giştî pêk hatibû

Naveroka vê rêkeberiyê wiha bû, bersivên 100 pirsiyarên girêdayî zaniyariyên giştî,  yên girêdayî bi dîroka 73.mîn salroja avakirina Hizbê, Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, bername û Pêrew a Hizbê, Tafgeha Heqîqet, belavokên Navenda Lêkolîn û Stratîjiya Hizbê, Rasan, naskirina partiyên Kurdistana Îranê, Kurdolojî û … whd. 

Herwisa di vê rikeberiyê de,  du hêzên wekî 122 û 115 beşdar bûn.

Xalib Hebîb, serperestê para siyasî a hêzên pêşmerge yên li ser çiyayên Kurdistanê, armanc li vê rikeberiyê, geran bo bidestveanîna zanyarî û amadebûna hizr û fikra pêşmergeyan da zanîn.

Ev yekem rikeberiye ku, bi wî awayî di nav pêşmergeyên çiya de birêve diçe, û herwisa bernnameyên wiha yên derheq karûbarên wiha berdewame.

Piştire nûnerên hêzên serkevtî, ji aliyê Fermanderê yek ji van hêzane hatine xelat kirin.