
Kurdistanmedia: Li ser çiyayên Kurdistanê, bi boneya roja 8`ê Adarê, salroja Cîhanî a Jin, rêûresmeke taybet hate lidarxistin.
Nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê, li ser çiyayên Kurdistanê ragehand: Roja Pênçşemî 16`ê Reşemeh(5`ê Adar)`ê, “Hêza Pêşmergê Çiya”, bi boneya 8`ê Adarê, civînek birêve bir.
Ev rêûresm bi ragirtina bîstek bêdengî û rêzgirtin ji riha pak a şehîdên Kurd û Kurdistanê, dest pê kir, û piştre Behmen Dêhqan, Fermanderê vê hêzê, derheq salroja cîhanî a jin, di nav hizbê de, gotarek pêşkêş kir.
Ev rêûresm bi sê beşan pêk hatibû ku wiha ne:
Beşa yek: Ji aliyê Kurdyar Kerîmî, babetek derheq dîroka 8`ê Adarê û pirsgirêkên jinan li cîhan û Kurdistanê hate pêşkêşkirin, û herwisa naveroka vê beşê wiha bû: Kurteyek derheq bi fermî naskirina 8`ê Adarê, pirsgirêkên jinan di cîhan û Kurdistanê de, sê arîşeyên wekî, tunditîjî, serbixweiya aborî û bîr û ramanên coda yên civakên coda yên cîhanê li ser van axavtin hatine kirin, û herwisa derheq arîşeyên jinên Kurdistan û beşên lawaz yên jinan yên wekî biryar li ser û mijarên siyasî û xwekujî, sinetkirin, peçatin(Hêcab)a bi zorê û … hwd bûn.
Beşa duyem: Babetek derheq fîmînîzim û pêwendiyên vê tevgerê digel netewegirayî bû, ku ji aliyê Sîrwan Şerîfîniya hate pêşkêşkirin û “babeteke kurt jî derheq fîmînîzim û beşên coda û netewegirayî û pêwendî digel fîmînîzimê bû, û navbirî bi anîna hindek belge û dîroka girêdayî, Ev du tevger, wek hev û hevrêbaz binav kirin.
Beşa sêyem: Mijarek ji aliyê Sîmîn Mehmûdtextî, derheq xwendevariya jinan li ser gotara Rasanê pêşkêşî beşdaran hate kirin, ku bas û axavtinên wê derheq Gotara Rasan, rola jin di nav rasan û kiryar û hewlên hizbê di piraktîzekirina Gotara Rasanê” ji xwe digirt bû.
Herwisa di du beşên vê rêûresmê de, kesên beşdar dîtingehên xwe derheq vê bas û mijarê de pêşkêş kirin.