
Kurdistanmedia: Pêşmergeyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li ser çiyayên sînorî yên dinavbera Rojhelat û Başûrê Kurdistanê, weşana kanala “Tishktv” pîrozkirin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, pêşmergeyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, di bilindahiyên çiyayên sînorî yên dinavbera Rojhilat û Kurdistana Başûr weşana kanala “Tishktv” û serhildana “Tishk” a Rasan, û weşana dengê azadîxwazî a PDKÎ pîrozkirin.
Deqa pîrozbahiyî bi vî rengî ye:
Em Pêşmergeyên Kurdistanê, li Hêza 115 a Fermandehiya Hêzê Pêşmergê Kurdistanê, tevî pîrozkirina, weşana kanala “Tishktv” li xelkê azadîxwaz û mafxwaz yê nîştimana Rojhilat, em hêviya serbilindî û serweriya Kurdan, li demsala Rasanê dixawzin.
“Tishktv” dengûrengê xelkê nasnamexwaz û rasaniyên çiya, gund û bajarên Kurdistanê ye, û mala hemû takekî mafxwaz yê xelkê Kurdistanê, bi bê cudahîdanîna neteweyî û olî, hizr û kultûrî ye.
Piştî weşana kanala “Tishktv”, xelkê Kurdistanê, li hemû deveran weşana dengûrengê Kurdistanê pîrozkirine, û piştevaniya xwe bo vê televîzyonê nîşandane.
Di heyamên bê de, televîzyona “Tishktv” wê weşana bernameyên xwe rê “Yasasat” û li ser ferekansa 12594 li setlaîta HD û sîmboreta 27500 weşanê bike.