Kurdistanmedia: Li ser çiyayên Kurdistanê, Newroz ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê, û ala hilgirên rastîn yên Rasanê û baydaxdarê hesta neteweyî û xetîrdarên rastîn ên newroza Kurd hate pîrozkirin.
Pêka nûçeya ku gihîştiye malper “Kurdistanmedia”yê, li ser Çiyayên Kurdistanê Pêşmergeyên cemedanî bi ser û hewrî li ser milan, pêşwazî li Newroz û sersala nû kirin.
Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, li dawîn demên sala kevin de, rêûresima destpêka sala 2719`an Kurdî, bi meşxela agirê destê kurê Şehîd Şehab Heyderî yê bi navê Komar Heyderî hate lidarxistin.
Ew rêûresima pêkhatibû ji du parên serekî, ku para yekem pêkhatibû ji: Peyama pîrozbahîkirina hatina sala nû û pêwendiya xelk û hêzên siyasî ku ji aliyê Xalib Hebîbî kadrê siyasî yê PDKÎ hate pêşkêş kirin.
Piştire kurtebasek derbarê Newroza Kurdewarî hate xwandin.
Ji aliyekî din ve, Komar Heyderî Pêşmergê Kurdistanê û kurê Şehîd Şehab Heyderî, bi alîkariya çend pêşmergeyên law agirê Newrozê hilkirin.
Dîlan û govend û stran li dewra agirê Newrozê pareke din a wê rêûresimê pêk anîbû.
Para dûyem a wê rêûresimê pêkhatibû ji kombûna Pêşmergeyan li dewra hevdû ji bona li darxistina korekê.
Di wê para rêûresimê de, mijarên coda weke baskirina bîrewerî û gotinên xweş, qelpik û gotinên berê, û stran û lîstik hatin lidarxistin.
Pêşmergeyên beşdar di wê rêûresimê de, heya direng û destpêka sala nû li dewra hevman û tevî vê ku hêviya yekrefî û yekîtiya netewa me xwastin, û herwisa hêviya jiyaneke serdemiyane ya mirovî û bidestveanîna maf û azadî bo xelkê Kurdistanê û serkevtina Rasanê xwastin.