Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyên Spîpoş: Navendên dermanî bûne navendên xebat li dijî dijminên azadiyê

12:44 - 15 Kanûna pêşîn 2020

Komek ji Pêşmergên Spîpoş ên Kurdistanê bi hilkefta hatina 26ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê peyama pîrozbahiyê belav kirin.

Deqa peyamê wiha ye:

26ê Sermawezê salvegera binavkirina emegdartirîn xortên Kurdistanê bi peyva pîroz a Pêşmergê Kurdistanê ye, ew mirovên bi emeg ku di dijwartirîn qonaxên dîroka gelê me de canê xwe bo nîştimanê gorî kirine û rêya dijwar a xebatê gihandine heta wê serdemê.

Bi ragehandina Rasana Rojhelatê ji aliyê PDKÎ ve ku mîratdarê ew sermayeya netewî ye û xebata pêşmergayetî ku zêdetir bi xebata çekdarî hatibû nasîn berfirehtir kir û bû bi xebata hemû qatên civatgehê û her qatekê karîbe xwe di çarçêveya wê xebata serdemiyane de bîniye.

Em wekî pizîşkên Kurdistanê xwe bi serbilind dizanin ku di destpêka hatina vîrûs Koronayê de xelkên bi emeg ên Kurdistanê nasnameya “Pêşmergên Sipîpoş” bo me danîne û ew yek bûye sebeba dilgermiya kadirên dermanî di Kurdistanê de.

Bi vê hilkeftê em pîrozbahiya xwe dişînîn bo tev Pêşmergên Kurdistanê û radigehînin ku navendên dermanî bûne navendên xebat li dijî dijminên azadiyê.

Bilind û pîroz be roja Pêşmergên Kurdistanê