Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeykî berê yê PDKÎ çû ser dilovaniya xwe

17:24 - 21 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Pêşmergeyekî berê yê PDKÎ çû ser dilovaniya xwe.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xwedêjêrazî “Paşa Fetahî” kurê, “Mihemedxan” xelkê gundê “Seryas û Înaxî”, bi sedema nesaxiyê çû ber rehmetê.

Xwedêjêrazî,  heyama 17 salan pêşmergê PDKÎ bû, û di hêza “Şaho” de, erk û wezîfeya pêşmergayetiyê cîbicî dikir.

Birayê navbirî yê bi navê, “Mihemed Fetahî” zêdetir ji 20 salan bû ku, pêşmergê Partiya Demokrat bû, û piştî 4 salan azadbûna ji girtîgehên rejîma Îranê, çû ser dilovaniya xwe.

Navbirî jî her di, hêza “Şaho de hatibû rêkxistin.

Xwedêjêrazî, heya dawiya jiyana xwe emegidarê rêbaza xwe ma, û termê navbirî jî, di nav girseya xelkê deverê bi axê hate sipartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema van dizane.