
Kurdistanmedia: Pêşnimêjê bajarê Îsalimê Axûndên berpiris ên rejîmê bi tundî rexne kir û got me Paşayek dexist lê, sed paşayên din cihên wî girtin.
Roja Înê 31`ê Gulana 2019`an, pêşnimêjê bajarê Esalêma girêdayî parêzgeha Gîlanê, Hocet-Îslam Mihemedcewad Baqirî, di xûtba Înê de, Axûnd û rayedarên gendel yên rejîmê bi awayekî tund rexne kir û got hin kes wisa hesab dikin ku ev şoreşa mîrata bavê vane û dev jê bernadin.
Wî berprisê rejîma Îslamî a Îranê wiha berdewam kir: Berpirsên me, hemû serweta neftê xercê Sûriye, Lubnan û Felestînê dikin û herwisa bi perê xezîna dewleta Îslamî jî, tiromibîl û Metorsîklêtên bedev bixwe dikirin, lê, ciwanek bo vergirtina vama zevacê bê rêçare dimîne.
Baqirî di dawiya axavtina xwe de, wiha rayedarên rejîmê Rexene dike, dibe bi awayekî tund digel, berprisên gendel ên aboriya welat reftar bêkirin û ji van berprisên destpîs pirs bê kirin, çima di dema xweşderbazktririna bi perê xezîna dewleta Îslamî de, fuqil girêdidin, lê, dema ku li dadgehê de amade dibin li ser eniya van şûnpê qewrê nimêjê xuyaye, û gostîl û rêdînê dadinên? Hûn bî wî awayî dixwazin îslam bednav bikin? Ma hûn dixwazin şirovekarên meseban gendelên aborî bidin naskirin? Niha destê ve yê qirêj bo xelkê eşkere bûye, û xelk codahiya di navbera îxanekar û melayên mesebî de dizanin, û ji dezgeha dadweriyê daxwaz dikin da ku, hemû melayên gendel bavêjin behrê, ba bixenqin û li destê van rizgar bin.
Rewşa aboriya Îranê wisaye ku êdî berprisên rejîmê jî yektir tawanbar dikin, bas ji gendelî û xemsariyên rayedarên rejîmê dikin û yektir rexne dikin.