
Kurdistanmedia: Pêşnimêjê Tehranê, dewleta Rohanî soz û qewlên xwe cîbicî nekirine û ev îxanet e.
Li gorî raporên belavbûyî, roja Înê 17`ê Reşemeh(8`ê Adar)ê, Hucetul-El-îslam Kazim Sidîqî, pêşnimêjê Tehranê di Xotba duh de, dewleta Rûhanî îxanetkar dazanîn, û got birêveberiya nebaş û îxanet bûye sedem ku, rewşa derbaziya xelkê zehmet û dijwar be, heya hevwelatiyan şiyana kirîna goşt tunînin û nikarin xwerinên baş bû zarokên xwe dabîn bikin.
Her di vê pêwendiyê de, wî berpirsê rejîmê got, bernemayên me yên navkî û santîfûj hatine sînordarkirin, lê sivfk mezin nebûn, û ev soz û qewlên Hesen Rohanî bûn ku ji xelkê re dabûn, me zirar dîtiye û niha em dixwazin her du wegerin û navbirî got jî, dibe Bodca Hewza Qomê bidin, û hekî her wiha qutbe ola me wê derbê bibîne.
Ev axavtinên wî melayî nîşaneya vê yekê ye ku, di heyama 40 sal temenê desthilatdariya qirêj a Axûndan a bi ser xelkê Îranê de, xapandina xelkê bûye, û niha ev soz û qewlên derev yên berpisên rejîmê eşkere dibin û tu rêçareyek nemaye ev yektir tawanbar dikin.
Bi sedema xwenîşandana nerazîbûnên xelkê di piraniya bajaran de, û herwisa givaşên aborî yên Amerîkayî yên li dijî rejîmê, û eşkeşrebûna sozên derev û geneldiyên berpirsên rejîmê, û herwisa ji aliyekî din jî, li ser navê ola Îslamê xelk xapandine, berpirsên rejîmê yekitir tawanbar dikin û Axûndên rejîmê jî, tenê di fikra bodca Hewza Qomê de ne.