Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşniwêjên xutba Înê daxwaza bidarvekirina pitir a gendelkarên abûrî bûn

12:22 - 17 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Piştî bidarvekirina du kesan bi sûçê gendeliya abûrî di Îranê de, pêşniwêjan spas li Dezgeha Qezayî kirin. 

Di demekê de ku parek ji mafnas û berevankar bidarvekirina binav gendelkarên abûrî neyasayî dihesibînin û rexnan li hukmê dadgehan di vî warî de digrin, hevdem pareke zaf ji pêşniwêjên xutba Înê li Îranê tevî evê ku spas li Dezgeha Qezayî ya Îranê kirin, daxwaz kirin ku berdewam bin li ser bidarvekirina pitire gendelkarên abûrî.

Roja Înê pîşniwêjên Têhran, Meşhed, Bêcnûrd, Sêmnan, Reşt, Bêcnûrd, û zaf ji axûndên binav pêşniwjên Înê ji Dezgeha Qezayî ya rêjîmê daxwaz kirin ku bona berahîkgirtin ji gendeliya abûrî û çavtirsandina gendelkaran, bila berdewam be li ser dana hukmê sêdaredanê.

Wan pêşniwêjan gendelkarên abûrî bi “Miharib” û mofsidê abûrê hesibandin û kuştina wan bi rewa zanîn.

Piştî dorpêçên abûrî ên Amerîka bo ser Îranê û xirabbûna rewşa abûriya Îranê, û givaşkevtina ser rêjîmê, Elî Xamineyî rêberê rêjîmê daxwaz ji Dezgeha Qezayî kir ku dadgeheke xasmanî bi perwenda gendelkarên abûrî pêk bîne.