Roja Yêkşemiyê 28ê hezîranê hejmarek xortên fidakar û jîngeparên ku bi meqseda temirandina Agir cehdê dikin, di nava peşqelê Agir de asê dibin ku mixabin 3 ji wan jîngeparêzan bi navên, şevitîn û canê xwe ji dest dan.
1 - Muxtar Xendany endamê civata Jîva ya Pawê û xelkê bajarê Newsûdê
2 – Bîlal Emînî xelkê gundê Înaxî
3 – Yasîn Kerymy xelkê gundê Şimşêr
Tête gotin hevdem di gel cehda wan jîngeparêzan bona temirandina Agir, hêzên Sipaha terorîste Pastaran, ev çiya yê ku Agir berbibûyê, dane ber Gullan û şika hindê heye kû ev jîngeparêzane ber vê gullebaranê kevtibin û di nava Agir de jî şevitîbin.
Ev bona temirandina Agir li Çiyayê Mrxîl, Buzyn û Drule şehîd bûn.
Şehîd bûna wan parêzvanên jîngeha Kurdistanê cihê şik û gumanê ye, hevdem cihê xembariyekî mezine bo xelkê Kurdistanê, her lewmaye bi girseya Gel hate pêşwazîkirin.
Xelkê diruşma Şehîd namirin û Sirûda Ey Şehîdan li dema pêşwazî ji termê wan de dixwandin.