Petrokîmiya “Xark” ku li dûrgeha Xarka ser bi Bûşêhra Îranê hilkeftiye, di nav agir de hate şewitandin.
“Mihemedelî Kazimî”, Berdevkê Kompaniya Petrokîmiya rejîma Îranê derheq wê bûyerê gotiye: “Demjimêr 2 sibêdeha îro embareke “Gizolîn”ê li petrokîmiya Xarek a Bûşehrê hatiye şewitandin û sedemên wê şewatê nediyar e, lê 200 ton madeyên “Gizolîn”ê di wê embarê de bûye”.
Navbirî sedema şewat an teqîna wê kompaniya petrokîmiyê nedaye nedaye zanîn û gotiye lêkolîn di vê derheqê de berdewam in.
Dûrgeha “Xark” ser bi bajarê Bûşêhrê ye û cihê şandina nefta xama Îranê ye.
Wan midehan teqîn an şewatên bi vî awayî di Îranê de berdewam bûn, lê sedemên wan teqînan nehatine xuyakirin.
Lê pêka nûçeyên nefermî didine zanîn, ku welatê Îsraîlê dest di wan teqînên Îranê de heye.